Hûrçîrok
Dem bi dem lê were zêdekirin Tariyê jî bihara xwe hebû. Tevî kulîlkên reş, reh û rîşên nexuya, bêhna qîr û siyên dûgirtî… Bêguman dê nebihûre, heta ku rengekî ji rengan hilneqetîne. #KemalKurkut (21.03.2026) Bermîladamençeyawîlitasaserêmineûdixwazetiştênkudixwînebihemanlezêbêyîxeletîûxalbendîbinivîsimûdestûrênadepêlcihêvalahiyêbikimlêgerhêdîbinivîsimyanjîadetenpêlcihêvalahiyêbikimewêtetikêbikişîneûserêminbikehezar pa (17.10.2023) Deftereke wî hebû, tê de şev û roja xwe, serborî û serweriya xwe kêşûkaş dikir. Bes defter, bi demê re go sifteh û bi xwe di rûpelan re neqişand herfên xwe. Tebîen serê pêşîn heyirî xudandefter lê paşê bi keder û meraq vegeriya, go çi qewimî ax lo çi ciriya? (10.12.2023) Li daristanê çivîkeke xemgîn hebû. Bêdeng li derûdora xwe dinêriya, çumkî ji strana xwe mehrûm bû. Bes mirovên reşkal û neşad tim diçûn gel çivîkê da ku dengê xwe bidine wê û ew jî di şûna wan de bike qîrîn û hawar. Heta bêdengiya xwe ya din. (23.05.2022) Ji bo ku bikare xwe ji geremola ...