Herêma 412emîn - Ruhşen Doğan Nar
Ew çar kes bûn di qeyîkeke naylonî de, di ser ava sekan û tarî ya Egeyê de, ku bi heyva tijî ron dibû. Du mezin û du zarok, du jin û du mêr. Ji neçarî malên xwe yên li taxên dora Helebê terikandibûn. Armanca wan a niha tenê ew bû ku xwe bigihînin Ewropayê û dest bi jiyaneke nû bikin.
Beriya mehekê dema ji Entabê ber bi Îzmîrê ve diçûn cara ewilî behrê dîtibûn. Di wê demê de, rengê şîn ê ezamet wan li xwe dabû heyirandin. Niha jî hewl didan bi qeyîkeke kevin û di destên wan de bêrên wê ji Egeyê derbas bibin. Vê carê tariya bêserî û binî wan ditirsand. Qeyîk hêdî hêdî dikişiya, bi pêlan re diçû û dihat. Çiraxên perava aliyê din xuya dibûn. Çiraxên dibiriqîn mizgîniya jiyanekê nû didan. Jiyaneke weke mirovan...
Zarok bêhna xwe didan, ji bêrkişandinê westiyabûn. Pêşî Hasanê deh salî ferq kir tiştekî nebixêr diqewime:
"Heywax dayê, av di qeyîkê de diçe, binêr tijî av bûye..."
Jin bêran ji destê xwe avêtin. Dayika Hasan, Fatma, destên xwe di binê qeyîkê de gerand. Tijî av bûbû.
"Netirse law, av di qeyîkê de naçe... Ev ava hanê... Ev av bi pêlên ku li qeyîkê diqelibîn, tijî dikir. Niha tu û pismamê xwe, dest ji bêran berdin. Ez kareke nû û pir giring didime we: Hûnê bi van setilan ava qeyîkê vala bikin, we fehm kir?"
"Belê fermandara min," got herdu xort jî; piştî silava leşkeran bi setilan dest bi valakirina avê kirin.
Fatmayê dest da ser milê xwişka xwe ya mat mabû:
"Were Ayşe, divê em bi leztir bêran bikişînin. Wextê me zêde nemaye. Tu fêm dikî?"
Ayşe serê xwe hejand. Dilê wî di devê wî de bû. Tiştê ku jê ditirsiyan hatibû serê wan: Êdî av di qeyîkê de diçû.
Bi setilan valakirina avê ya bi şixulê zarokan zêde feyde nedida. Qeyîk bêrawest tijî dibû. Herdu jin berdewam bêran dikişandin û dixwestin tirsa xwe nîşanî zarokan nedin. Lê çiraxên perava aliyê din hê dûr dixuyan.
Piştî nîv saetê, jin jî neçar man ku bêran berdin û bi setilan avê vala bikin; lê nekarîn rê li ber binavbûna qeyîkê bigirin.
Gava ku qeyîk hêdî hêdî di ava tarî de noq dibû, Hasan dest bi qîrînê kir:
"Bes e... bes e, ez xeniqîm... lîstik qediya, bes e! Lîstikê bidin sekinandin! Ji kerema xwe... bes!"
*
Çawa ku lîstik rawestiya, Hasan cîhaza rastiya mecazî ya di serê xwe de, derxist. Ew di nav xwêdanê de mabû. Çavên wî yên reş ên komirî tijî hêsir bibûn. Mamosteyê wî hewl da ku dilê wî aram bike:
"Temam Hasan, xilas bû. Dikarî dilfireh bibî. Bêhna xwe vede, aram bibe. Tu ewle yî."
Li Berlîna Almanyayê, hemû xwendekarên pola çaran li Navenda Rastiya Mecazî ya Muzexaneya Dîrokê bûn îro. Di çarçoveya "Hefteya Dîrokê" de, ewê her yek kêliyek giring a pêşiyên xwe ji nû ve bijiyana. Piştî wê, ewê li ser bîranînên xwe gotarek binivîsiyana.
Hasan 50 sal berê rêwîtiya dijwar a bapîrê xwe yê ku navê wî lê hatiye kirin, ji Tirkiyê ber bi Yewnanistanê ji nû ve jiya. Wî rastiya mecazî ku ji vegotinên bapîrê xwe hatiye afirandin, ceribandibû.
Bapîrê wî tenê, ji wê rêwîtiyê rizgar bûbû. Asayîşa peravê ya Yewnanîstanê di kêliya dawî de wî dîtiye û xilas kiriye.
Diya kalikê wî, xaltî û kurxaletê wî, wê şevê di ava Egeyê de xeniqîbûn. Termên wan piştî rojekê li peravên Îzmîrê hatin dîtin. Piştre li herêma 412emîn a Goristana Doğançayê ku jê re 'Goristana Bêkesan' jî dihat gotin, hatin veşartin. Ne kalikê wî û ne jî Hasan bi vê yekê dizanibûn.
Hasanê ku hê jî di bin bandora tiştên dîtî de bû gava ji Odeya Rastiya Mecazî derdiket; hevalê wî yê polê İshak li ber derî li bendê bû.
Wî ji hevalê xwe re got, "Belê, dikarî herî hundir," û bi zorî bişirî.
İshak bi gavên tirsnak kete hundir. Ew jî, wê bîranîna pêşiyên xwe ji nû ve bijiya. Serpêhatiyên bapîrê wî yê mezin, ku di kampa Naziyan de lê qewimîne.
Têbînî: Ev werger di hejmara 6emîn a Kovara Kurdeçîrokê de weşiya.

Comments
Post a Comment