Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce'ferê Mexolî û Hesen Tofan - Bextiyar Elî
Çavkanî: Bextiyar Elî. “Beşa 5.” Xezelnûs û Baxekanî Xeyall, r. 46-53, Silêmanî: Weşanên Endêşe, 2014. Ez, Hesen Tofan, bi Ce'ferê Mexolî re pêkve di hûcreyên Partiyê de mezin bûn. Rojekê Mamoste Şewboyan gazî me kir û mizgîniyek da me; êdî em endamên komeke nû bibûn ku ev kom ji kuştinê û paqijkirina nihêniyan berpirsiyar bû, ê helbet ji kêfan firiyan. Lê herke şaş nebim ew roj Mexolî ji min bêhtir kêfxweş bibû. Kengî li pêşberî simbêlê mamoste yê wek hespên avî û nêrînên wî yên dirinde amade bûna, Mexoliyê hûrik û lêvstûr î pozfireh mîna peykerekê yan jî leşkerekî li hêviya fermandarê xwe be, disekinî. Egaleke qirêj û çendreng diavêt histûyê xwe. Bi sekina xwe ya tîk dişibiya mişkekî qirase yê bi ser piyan ketî. Ewqas sermest û ji xwe qayil bû, meriv digot qey tacek li ser e û şahê ‘Eceman e. Ce'ferê Mexolî digot, ez ji bo kuştinê ji dayik bûme. Bawer dikir ku beşdarbûna me ya tîma sûîqestê wê rê li ber hîn pîle û payeyên qîmetdar veke. Wan çaxan fikra wî aha bû, digot, mer...