Herêma 412emîn - Ruhşen Doğan Nar
Çavkanî: Ruhşen Doğan Nar, Ada 412 https://ruhsendogannar.com/ada-412/ Ew çar kes bûn di qeyîkeke naylonî de, di ser ava sekan û tarî ya Egeyê de, ku bi heyva tijî ron dibû. Du mezin û du zarok, du jin û du mêr. Ji neçarî malên xwe yên li taxên dora Helebê terikandibûn. Armanca wan a niha tenê ew bû ku xwe bigihînin Ewropayê û dest bi jiyaneke nû bikin. Beriya mehekê dema ji Entabê ber bi Îzmîrê ve diçûn cara ewilî behrê dîtibûn. Di wê demê de, rengê şîn ê ezamet wan li xwe dabû heyirandin. Niha jî hewl didan bi qeyîkeke kevin û di destên wan de bêrên wê ji Egeyê derbas bibin. Vê carê tariya bêserî û binî wan ditirsand. Qeyîk hêdî hêdî dikişiya, bi pêlan re diçû û dihat. Çiraxên perava aliyê din xuya dibûn. Çiraxên dibiriqîn mizgîniya jiyanekê nû didan. Jiyaneke weke mirovan... Zarok bêhna xwe didan, ji bêrkişandinê westiyabûn. Pêşî Hasanê deh salî ferq kir tiştekî nebixêr diqewime: "Heywax dayê, av di qeyîkê de diçe, binêr tijî av bûye..." Jin bêran ji destê xwe avêtin. Da...